https://youtu.be/ain7OF3JxmM
Zanyar di rû tirsê de li rojavayê kurdistanê Rêber Hebûn Nexweşî ew nîşana lawaziyê ye û bi xwe jî ji xuristiya mirovan e ji dema rêyên cuda girtin ji bo jiyanakirina kêliya demî ta roja mirinê hembêz bikin, û tirs mîna baweriyeke qayim e ji xelekeke ji reftar û reweştên civakî hatiye, mirov birêve dibe ji bo nehestbûna xwe bikarbîne, û bermayê civakî bimije, ji çaxê zaroktiyê ve , ji ber ku zarok pêsîra diya xwe dimêtê û tiliyê xwe jî pişt re û bes nake, lê bi hizr û hestê xwe ve bi derbasbûna mezinbûna ramanê xwe dimije, ji ber vê yekê em keda afrênerî dibînin bi rehjenên mirov û berketiyên wî re bi heman demê derbas dibe, ji bo vegirtina nirxa herî baş di rûbirûbûnê de , û diyarbûna rastiya wê a daxwaza jiyaneke bêhtir dadmendî û xweşî dike, bi piştrastina li ser hinira a ku bê cudabûn an armanc hewildide tiştekî bi serxîne lê bi dawî xizmeta desthilatdarî û armancên wê dike, û wisa em wateya ji gera mirovê zanyar di nav hebûnê de dibînin pêşî ji erdnîgariya xwe yê ku di xwe de , di kiryar, helwest û çanda xwe de radike, û ev yeka me dihêle ku em li pêş rastiya xwestekên bê hampa rawestin , ji bo dîtina jiyaneke baştir bê koletî û serdestbûn û herdû ji encamê mêtina nezaniyê derdikevin, û herwiha ji komek reweştên desthilatî ji perestiya cemaweran ji bizdana cîgir re yê ,di jiyana û saziyên wê de cihgirtî, û dema em têkevin di nîşanbûna tirsê bi derbekê dikevin di xefka pirsên vekirî de li ser gelek egeran rodanan li ser maseya dem û cih a bi hevdû ve qemitî pelge dikin, û dibe ku tirs nûnertiya bîngeha girtinheviyê di nav mirovan de bike, û herwiha serdestbûna cîgir a ku bi rengekî neyînî bandora xwe li ser jiyan û civakê bi heman pîvan û nirxên xwe dike, û çawa ku tirs li ser hizr bê vegirtin , nirx têne guhertin bi rêya bandora bizdana ku li ser hemiyan hatiye sepandin, û tirs nûnertiya destpêka girêdana bi rewrewkê dike, û civakên talanbûyî yên ji hiş û azadiya xwe bê par mane hest dibin ku tirs tiştekî divê hebe, û hebûna wî bi xwedayekî ve girêdayî ye, divê ew xweda bê perestkirin û qurbanên mirovî ji bo wî bên e danîn, û herwiha guhdana fermandar ji guhdana wî ye, û çi tiştê diqewime ji gendelî û bobelat ewa xwesteka ew xwedayê zorbaz e, ji ber vê em tirsê dibînin mîna ricîmekê ye ji berhema gana xwestekên desthilatdar bi tiştê dibin e sedem ji hebûna wî re mîna fermandarekî bi deqekî pîroz, kesên sana wê radikin bi hênikiyekê û zordariyeke bi rêk û pêk ve. Tirs xwe bi cih, dem, perwerde û zanînê ve qemitand û ev tişt şagirt li dibistanan werdigrin, hîştibû gewrî dagirtî ahîn û dilzarî bibe bi ketina tirsê bi awayekî husteyî di henasan de, û ta çanda gelêrî a ji şaxên perwerde û hînkirinê hatibû wergirtin bibû riwekî ji xuristiya civakê re, ji ber vê wêrekî di roparta rojhilatnavînî de tenê destikeke ji xwekirina demborîneke ji derew û pêrawestina sawêrî tewşbûyî û mirov nikare bextê xwe bidêkî ji bo avakirina wêrekiyeke ji rewşa tarî hatibûye wergirtin, ango bi dema niha a ku bi bend û baskên desthilatê û kiryarên wê yên zorbed ve li hember civak û takeksan dorpêçkirî ye û li pêş vê fişara dîrokî û bermayê desthilatî civakan xwe dibînin di rewşeke ji koçberiyê ji henasên xwe re û bi awayekî bêcan,piştpêbestin û bi tirs ji siberojê ve dijîn , û tirs bi awayên ramanî naye berhelistin, ji ber nediyarbûna ramanê, û xweradestbûna ji rastiya tiştê rodayî , û nav lê dibe bêdestî li gor têgeha olî a amadebûyî ji bo pêşwazkirina tirsê, û çavê ku ji tirsa xwedê digrî ew eynê wê li gor derbirîna olî çavê yê ku digrî ji ber zorkariya fermandar û xwediyê malbatê û mamosteyê dibistanê, û nabe di rastiyê de veqetandina bermayê olî ji ya desthilatî ji ber ku herdû du alavên kûr ji têkbirina ronakbîriya civakî ne , ji ber vê yekê komên tirsê di xwepêşandina a ku banga bi jiyana serokê nemir dike tije dibin, lawê xwedê li erdê, yê ku xwedayê padîşah serweriyê dabûyêkî bi bêdestî û vîna wî, ji ber vê divê xelk bang bi jiyana wî bikin, û tirsê xwe dirajin mîna navdariyên dikevin kûrahî û hizrên wan, û herwisa wê kilîtên tirsê bi hêsanî neşkin, berhinde kolan dibin talîzok û serdav têde laperînekên ademî derbas dibin, û rewiştên komî tenê dibin pîvanên ji cotbûna fermandar û fermanber ve li ser rêça afrêner û aferandek hatiye wergirtin , ji ber vê hişmendî vala dibin jibilî ji hinek tewî û gotinên yên kesên hênik wana nifş dû nifşekî vediguhêzînin, ji bo xemilandina jiyana wanî weke henekeke reş, û ev dibe nîşana jiyana wan û nepeniya sertbûn û reşbîniya wan, ta xewinên demukrasî û vebûna li ser civakê tenê çîrok bin ,giyanên vala danagrin, tenê ji hinek xewinên yên bi windabûn û koçberiya giran ve dorpêçbûyî dimînin. Vexwarina takekes ji tirs re wekî dûrketina wî ji henas re, û veşartina dîmenên aştîbûnê ligel hemî tiştên yên taybet in bi navdariyên afrandina takekesî ve li heyînê , ji ber vê desthilatdar li ser têrbûna civakê ji tirsa ji wan dixebitin , ta ku jiyana civakî bihêlin di çarçoveya dîmenên pabendbûnê ji xwediyê parî û serokê hemdemî re be û bang jêre û cangoriya wî bi rewanê xwe û tiştê girêdayî bi van sloganan, û zarok rastî vê cureyê ji gunokirina ramanî û zanyarî tê ji destpêka çûna xwe li dibistanê û rakirina wî ji dîmenên serokê xwe yî cangorî re. Ricîmên totelîter takekes hîştibû bibe duriwekî çavşikestî , heznake bibe rexnegir, lê tenê mirovekî rewşa xwe dipejirîne, ji çi kêliyeke tirsê re giravkirî, xwe dike hînckarekî genî di rewşên herî hêsantir, tiştê ku li ser maseya wî bê danîn dipejirîne, bi bandora tirs , serkotkirin û xewkirineke rêbazkirî, ta bibe tenê karkerekî an peymanderekî li kargeha milkeçî ji fermanan re û bixwegirtinên bêreng yên ji reftarên tiyoqratî olî hatibûn e wergirtin , li gor hişmendiya partî û bîrdoziya xwe hatibû guhertin , ji bo bibe olekî giştî bi tirs û rajêrbûna kotekar ve cîtengbûye, û tirs ji hêzên ewlehiyê dewsa dilrehetiyê ji hebûna wê, ji ber ku dezgeha ewlehî çekekî dirêjkirî ye li ser cemaweran taku bitirsin, û xwestina wê ji jiyaneke baştir sînordar be, cîhaneke têde çanda nakokî, û azadbûna derbirînê cîgir dibe, û rastiya peyketinê bi dû serhildan û raperînê mirov dehf dide lêpirsînê li ser nepeniya çûna xwe li erdnîgariya tirsê yê ji cîhanên dilzarî û sertiyê pêktê, û herdû jî henas diwestînin, berhinde ti vîneke azad bin saya metirsiyê nîne , û mirov tiştekî nahilînê ji ferehiya berketinê beranberî dûrkirinê ji jiyana xuristî re , berhinde tirs dihêle mirov bêhiş be di derbarê rewanî û hizrî de, berhinede berketin tune dibe bi nediyarbûna azadî û derbirîna li ser nerînê, û berketin û raberiyên zanyar têkdiçin , û xwe di nav dorpêçkirineke tam de dibîne, berhinde rewrewk û reweştên têkçûyî di henasên takekesan de berz dibin. Tirs bi encamê zordarî û êşandina henas e, bi sedema bêhêvî û êşên kombûyî, tirs cenga navxweyî derdixîne, û takekesan tirsa xwe ji desthilatê aşkere dikin bi rêya pevçûn û tîjanê wana li hember hevdû ve, berhinde birçî dibin û ji bilî sertiyê ti destikê nabînin ji valakirina hinira tirsa heyî di hundirê wan de, wisa em dibînin ku ev hemî dihêlin mirov bi rastiya desthilatê birame a ku bi şev û roj civakê xwe girêdide bi awayên hûnîjandin û kirtankirina zanyarî, û peywendiyek heye di navbera zordar û mêrê ewlehiyê a zorkar de ji ber herdû bin siha serokê xweda dixebitin , yê bi dû wî ve keriyek mirovî tirsnak dikeve, navdariyên wî sexte dike li gor xwesteka rêxistina serkotkirinê, yê mayîna wî rewa kir û serperestiya ji gelên ku timî xwe bi rengekî bêcan û piştpêbest ditewînin, berhinde ji tirs re nîşanek mezin heye bandora xwe gewre ye li ser civakê û qonaxên takekesên wê, ew bîngeha çi vebuhujîneke giyanî an ramanî ye, û dibe jî ew pencereyeke vekirî be ji aşkerekirina çi tiştê heyî ji hevgarî û bobelatan ve, ji ber ji zikê tirsê ve ew pankirin derdikeve a ku bû ji lajeyên netewên bêdestiyê, ew civakên yên fêrî stuxwariyê ,çanda keriyê û zimandana solên serok ,hemdest û oldaran xwediyên qenciyê bûn e , û ji wêjeyên serokê xêvzana vexwarin, yê dewsa pir kesên stûxwar dirame, ji ber vê yekê rasayî ye jinavbirina ev kula deronî yê cîgir bû û deqên pîroz alîkarbû bi cîgirkirin û bicihkirina wê bi rengekî kûr, ji ber ku pîrozî bandorekî xwe deronî heye li ser çêja takekes û li ser bîngeha rabûna desthilata serkotker a gendel û ava dibe, dema gede bi mêjî re mijol dibe bi gerê ji bo pariya jiyanê her roj, di hizrê kesê peyketî de tiştekî diyar nabe tenê razîbûna kesê yê di destê wî de kilîtin her tiştî heye û ew li ser her tiştî dikare, ev ji aliyekî , û ji aliyê beranber ve desthilatekî heye ked û xebatê wî desteser dike û yê bi dû ketî pêdiviye ku dîmenên derewîkirin û bêdengiyê diyar bike ta jê re sînora herî jêrîn ji jiyana baş hêsan bibe, û di vir de yekem bîngehên tirsê saz dibe. Û dibe ku dilheyîna me ji jevkirinê re û vegerandina sedeman ji çavkaniyên wêna re ewa dilheyîna me ji çêkirina rêyên rûkirina wergirtinê berve baştirînê be, ji bo aşkerekirina çi tiştê hatibûye veşartin bin navên nimûnî sexte, û mebest ji vê nimûnekirina nîşanên erênî bi ser tirs û desthilatê ve, hewildana bergiriyê ji yek xwedayî re, yê dîmenên wî li her derê belav dibin, û xelk derdikevin dîmenên wî radikin ji bo hezkirina xwe yê sloganî jêre diyar bikin. Çi kesê hewil dide ku van reweştên totelîter û efsanî di zikmakê xwe de senger bike, dixwaze mehnedanê bide tirs û pîrozbûnê, û ciwankirina wan bi awayekî aşkere û bêreng û çênabe avakirina felsefeyekê li ser tehtên xêzeke pîroz pala xwe dide li ser mildan û xweradestbûnê ji ramanê rêberê bîrnas re,û qet çênabe desthilatdar bîrnasekî serkeftî be, an bîrnas desthilatdarekî rastîn be, û hîn valahiyeke rastîn heye di navbera nerînên bîrnasan û xwediyên desthilat û tewrîvanan di derbarê vê yekê de, û tewriyên wan ji mehnedanên xapînok derbas nekirin , armanca wan nûkirina çanda kerî , û sînordarkirina berzbûna mirovê zanyar a serkeftî, berhinde tirs çêbû di hembêzê nezaniyê de ,û bibû pêkhatiyeke rastîn ji pêkhatiyên belavkirina zorbedî û pîrozbûna a bi xwînê têrbûyî, ji bo bi riwê xwe yê xalîrengî pepûkiya xwe yê ketiye heyînê xêz bike, wisa ji mirov re diyar bû ku efsan beşekî ji jiyana wî ye, û divê rêza wê bigre , ji ber ku beşeke ji ola wî ye yê ku pê bawer dibe,û erk e li ser wî ku bawerî pê bîne û pêre bide û bistîne mîna nivîştê , ji bo ser û pariyê xwe bin siha rêxistinekê pêre her tiştî parve dike biparêze . Ligel tirsê cihgirtin tune dibe, û pêdivî ji bo tebatê tiştekî misoger dibe bin siha jiyaneke hejiyayî, takekes di nav de li pey tiştekî wî dilniya bike dikeve, berhinde alîgirên efsanê tenaziya xwe bi raberî û berketiyên zanyaran dikin, û girtinheviya têkçûyî di nav wana de gewretir dibe, ta bibe dirêjiyeke dîrokî ji pevçûnên dihû re,ne ji bo desteserkirina li ser erdnîgariyê tenê lêbelê ji bo rewakirina ricîma a bi hêz ji ber ew hêjayî mayînê ye beranberî jimara kesê lawaz yê ku têne jêbirin û tunekirin. Em dilheyî berfirehkirina danasînan dibin li ser gelek têgehên yên em pê bawer dibin ligel pirbûna dûbarekirina ezberkirin û bernanên wêna, ji ber ku mirov bi awayekî qayîm dilheyî tiştê xwe yî ramanî û hizrî dibe, ji ber vê yekê sinorkirin wekî dorpêçkirinê ye, û ev dorpêçkirin mîna pêdiviyekê ye bi rengekî bê wate girtinheviya zimanî di navbera du koman de diyar dike, yek ji wan dibêje ku ew baş fêrî raman û wateyan bûye ji nêz ve bervajî yê li beranberî xwe. Em ne bi darjêgekirin û bêcanîkirinê re ne di çarçoveya komek bawerî de, û ev tişt bû sedema harbûna dirindîtiyê li cem mirovê rojhilatnavînî de, bi rêya ayîndariya xwe yê olî û partîtî , ew dimêtê û bi koratî bawer dibe, bê ku zanibe ku her giravkirinekê li ser darjêgekirina ramaneke pê bawer mîna serseriyeke kawikî ye, ji ber vê yekê em berdikevin zanîna yê me weke zanyaran li pey dikevin ew bi xwe jî nivîşka ronakbîrî û rizgariyê ye ji baskê bedenketiya ramanî û dûzbûna bîrdozî ve , ji bo nuhvekirina nîşaneyên bawerî û rabûnê li hember qonaxên tirsê yê ku rêxistina bavanî bi herdû baskên xwe malbatî û desthilatî wêna çîgir kiribû. Berhinde ku her nivîsekî liyangirtî ye û bîrdozî wekî danasînekê komek raman in em pê bawer dibin ,yan em ji pêşiyên xwe werdigrin an em wêna bi rêya nehestbûnê digrin, û ji me qut nabin, tevî gumaniya me ku em dikarin xwe jê rizgar bikin, lê şopên wêna li ser rewiştê diyar in , tevî girtinên ramanên nû, ji ber vê yekê doza azadbûnê ji her tiştî rêjeyî ye û tenê wekî xwestekekê dimîne ,û em bi çi tiştê ku di hundirê xwe de cîgir em pê re didin û distînin, ji bo çêkirina peywendiyeke baş di derbarê raman û şîretan de, ji ber ku raman ji nişkêve dibin e alî , lê oldarîbûn û bêcanî li biniyên xwe de ne, û ew kêşeyek rawestiyayî ne, mîna kelemekê ne li pêş rêya rabûna zanyaran de, û tirs me dihêle em bi lêpirsînên mirov di derbarê ezmûna jiyanê yên ku têde dijî biramin ji qonaxa canîbûnê ta qonaxa gehîbûn û pişt re kalbûnê, ji ber ku tirs ne tenê di çarçoveya têkiliya di navbera desthilat û cemawer de ye lê wê derbas dike û jiyana takekes nîşan dike, û metirsiya wî ji pêşerojê, û ev nediyarbûna yê ku xuristiya jiyan û kirdeyan dorpêç dike, li cem mirov rewşeke ji dudilî û ramanbûna ji nediyariyê peyda dike, ji ber ku tiştekî li paş tunebûnê nîne, berhinde felsefa saxleman dema jîndar dimre li cem wî qut dibe, û ji rêza jiyana tevgerî derdikeve, ta genî û rizî bibe û vegere axê, û bibe tiştekî din û tevlî heyînê bibe bi rengekî yekgirtî bi hemî dinokên jiyanê û jêderên wê ve. Ramandina bi heyînê divê pêşî ji dergeha metirsiyê derbas bibe, çima mirov bin siha hebûna şaxdayî a berve bedenketîbûn û tunebûnê diçe ditirse?! Û çima mirovan kelemên zêde di rêya hevdû de datînin?! Ji bo bi xweşiya jiyanê şad nebin, li rex tunebûnê yê ew çarenûsa hemî jîndaran e, mirov di riwê kesê beranberî xwe de bê berhelistiyeke zanyarî disekine , lê li ser têkbirina ya din cîgir e, ji bo pêşdebirina henasê. Rijandina xwînê wekî lezbûnekê ye ji hatina tunebûnê re, ji bo destê xwe li ser çi tiştekî bi lebat deyne, û dibe ku ew awanteya a ji zorbaziyê encamdayî tiştê bêhtir mirov ditirsîne, di nav cîhanekî mirin têde bê bend e di heman aliyên jiyanê de, ji ber ku serkotkirin û kuştina evînê û wêrankirina peywendiyên xuristî, û gemarkirina sirûştê bi rêya cengê ev hemî hîştin ku tirs bêhtir nêzî mirov û jîndaran be, berhinde bedewbûna berzbûyî di mirov de rizî dibe û dibe leylan û doman, bi encamê têkbirinên mezin bi destê mirovê çavkar û ezez , û danîna mehnedanên pîroz û vala li ser xuristiya cenga wî li hember kesên din. ------------- 1- Nîkolay Eliksenderofêliş Bîrdîv bi Ferensî: Nicolas Berdiaev 18.03.1874- 24.03.1948 Bîrnasekî Olî, siyasî Rosî ye Zehmetiyên gelek di rû civakên ku hewil didin azad bibin derdikevin, di nav gelek qedexeyan ên tevgerên wêna bi sedema zorbedî û bêdadiyê hatibûn têkbirin û ev di nav kesê bindest de şoreşek girseyî avakiribû, li hember wek neman û mirinê, berhinde Nîkolas Bîrdîv 1 dibêje: ( Mirin ew rastiya kûrtir e û bêhtir di jiyanê de bi nîşan e, ji ber mirov bi ser diyardeyên jiyana xwe yê rojan e û serveyî tê û ev tek tiştê yê ku me dihêle em bi wateyê jiyanê biramin, û jiyan ji derveyî nîşana mirinê bê wateye. ) warên ku di talîzoka xewin û hêviyên namiçiqin de dijîn, ji ber timî di rewşeke ji rûbirûbûn û pêdagirtinê de ne li hember zorkariya dîrokî ya gelê kurdistanî li parçeyên welatê xwe yê dagirkirî dijî, bergirî û rikberî mîna serkeftinekê ye li ser asta raman û hêviyan, û dibe mîna derbasbûnekî ji jiyana gîreyî re yê ku mirovê kurdistanî wêna dijî, berhinde welat ew wateya jiyana serkeftî ye li ser têgehên mirin û nemanê, berhinde pêgirtina mirov û pêdiviya xwe bi girtina kokê encameke xuristî ye ji hestbûna wî bi zorbedî û mafxwarî û herwiha ew pêdivî mîna naverokeke qayim e ,mirovê zanyar armanca wê dike, di dema ceng û dûrkariya sepandîbûyî û berdewambûna ricîmên serkotker û kirdeyê xwe li hember gelên xwe mîna mirina pirreng e , tê kirin ji bo zêdetir tîjan, hilweşîn û awanteya qerpol û dema jiyan bibe meydanekê ji kirina mirinê re, berketin û raberiyên kêferatkirî ji bo xurtkirina peywendiyên xuristî xeradibin, sazî û ricîm dibin çekekî li hember gelan, û rûdana demî û cihî bi cûreyên qirkirinên rewşenbîrî û civakî cîteng dibin, û jiyan mîna mirinekî sirûştî dibe,dimîne metirsiyekî, ji hûrgiliyên jiyan û nerehetiya me qut nabe, li pey wê ragihandina yê êş ,sertî û xwînê belav dike ta jiyan bibe dîmenên mirinê, li her cihekê ji cihên jiyanê cîgir dibe û xwe bi wêneyên totelîterî, dûrkarî ,serkotkirina kêmnetewan , cengên olî û jihevketina civakî diyar dibe, û divê di vê derbarê de nasîna riwên mirina pîroz di têgeha ricîmên sitemkar a serkotker, yên zorbediyê bi awayekî bi rêk û pêk sepa dikin ji derveyî heyîna reştariya tirsa hebûnî li cem mirov, berhinde tirsekî siyasî, deronî û civakî peyda dibe, û dikeve hûrgiliyên jiyanê, mirov nikare xwe li ser helbeze an wêna paşguh bike di siha ew kedxwariya sepabûyî de, û ev dûrbûna di nav komên yên ji her girtinheviyeke xwînî re amade dibin,û tirs mîna gîhayekî baş bi destê ricîman dibînin, û tê pikaranîn ji bo xwarindina keriya mirovî a nemabûyî bi derbasbûna qonaxên jiyan û hatina nifşên wê. Ew tirsa a ku maye mîna metirsiyekî girs û di hiş û dilan de cîgir dibe û navdariyên xelkê , reweşt û reftarên wê zeft dike, û jiyan û rêya nifşên wê rêxistin dike, û mirin destê xwe danî li ser çareyên wê ji bo azadî û serxwebûnê, berhinde mirin dikeve dewsa jiyana tirsê, mirin dibe mîna şahiya xewinê ji bo gihîştina jiyana baştir, wisa pêşeroj nepenî û nediyar dibe bin siha wêraniya a ku berfereh û şaxdayî dibe bêhtir bi nediyarbûna awayên hezkirin û dostaniya civakî. Ev lîstina yên ricîmên zordar bi rêve dibin ji dîtina wê yên teng ve dibişkivin, ji nezaniya bi hevjiyanê û berhemên wê yên erênî tên, û bi tirsê re didin û distînîn mîna pêwîstiyekê divê hebe ji bo kedîkirina hêrsa cemawer û xwestekên takekesên wêna ji bo jiyana xweşî û pirrengiyê . Ew ricîm li rojhilata navîn bi şerfiroşî û zorkariyan ve dagirtî ne. Turkiya ya Osmanî a li pey wê bermayek giran heye ji desthilatî , bêdadî ,qirkirina gelan û pişaftina wan di xwe de, Îrana Farisî ya dildarê şehnaziyên
Gotar
Şîrove